Lîverpool di lîga Premîer a Îngiltereyê de bû şampiyon

Lîverpool 30 sal şûnda li Lîga Premîer a Îngiltereyê bû şampiyon

Lîverpool di lîga Premîer a Îngiltereyê  de bû şampiyon

Li Lîga Premîer a Îngiltereyê beriya 7 hefte ma sezon xilas bibe Lîverpoolê şampiyontiya xwe îlan kir.

Manchester Citya reqîbê herî nêz ê Lîverpoolê di pêşbirka Chelseayê ya li deplasmanê da 2-1 da der. Li ser vê Lîvelpool bû şampiyonê sezona 2019-2020î.

Lîverpool 23 puan li pêşiya Manchester Cityê ket û li gor matematîkê şampiyoniya xwe îlan kir. 

Lîverpoolê herî dawîn di sala 1990î da şampiyontî qezenc kiribû û piştî 30 salan dîsa bû şampiyon û hejmara şampiyoniyên xwe derxist 19an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE