Malbata Şampiyon

Abdullatif Zilan, 3 keç û kurê xwe di kickboksê de kirin şampiyon

Malbata Şampiyon

Abdullatıf Zîlanê Diyarbekirî li înşeatan dixebitî û bi amatorî bi kickboksê re eleqedar dibû. Zîlan, bi derfet û qabiliyeta xwe 4 zarokên xwe jî bi spora kîckboksê perwerde kir. 3 keç û birayek di misabiqayên kick boksê de bûn şampiyonên ewropa û cîhanê.

Hasan, Esmer, Zeynep û Sultan. Ew bi bavê xwe şanaz in, bav jî bi zarokê xwe serbilind e.

Abdullatif Zîlan di ciwaniya xwe de bi spora kick boksê re mijul bû. Ji ber ku rewşa aboriya wî ne baş bû hedef û xeyalên wî nîvco man.

Abdulettif Zîlan zarokên xwe him li malê him jî li eywanê bi taybet perwerde kike.

4 Zarokên Zîlan jî di şopa bavê xwe de dimeşin û di tîma neteweyî ya Tirkiyê de cih digirin.

Hedefa 4 ciwanan jî ew e ku Tirkiyeyê di pêşbirkên neteweyî de temsîl bikin û bibin şampiyonên dinyayê.

Serfiraziyên Abdullatif Zîlan bala Şaredariya Navçeya Yenişehîrê jî kişand.

Qeymeqam û Şaredarê Yenişehîrê Serdar Kartal, ji bo antroniyê Zîlan îstîhdam kir. Abdullatif Zîlan êdî ji xeynî ewladên xwe wê zarokên Amedî jî perwerde bike.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE