Mehmet Büyükekşi bû Serokê Federasyona Futbolê ya Türkiyeyê

Mehmet Büyükekşi: Çi ji deste me bê em ê ji bo futbola Türkiyeyê bikin.

Mehmet Büyükekşi bû Serokê Federasyona Futbolê ya Türkiyeyê

Lijneya giştî ya bijartina derasayî ya ku li Enqereyê hat li darxistin, Serokê Berê Servet Yardımcı û Nihat Özdemir, gelek serokên kulüben lîga super, lîga yekem, lîga 2yem û lîga 3yem beşdar bûn.

Serokê Kulûba Fenerbahçeyê Alî Koç jî di civînê de cih negirt.

9 endamên ku serî lêdabûn tene Mehmet Büyükekşi bû endam.

Ji 209 dengan Büyükekşi, 158 deng wergirt û bû serokê nû yê federasyona futbolê ya turkîyeyê.

Di lîsteya lijneyê ya rêveberiya Mehmet Büyükekşi de Yalçın Orhan, Nükhet Küçükel Ezberci, Murat Aksu, Yusuf Günay, İdil Karademirlidağ Suher, Erman Kalkandelen, İbrahim Burkay, Alkın Kalkavan, Ramazan Üçdan, Müslüm Özmen, Hamit Altıntop, Ali Düşmez, Talat Papatya û Volkan Can cih girtin.

Di lijneya giştî de cara ewil endamek jin cih girt.

Piştî hilbijartinê Mehmet Büyükekşi, got: ji bo futbola tirkiyeyê û baweriyê çi ji deste me bê emê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE