Mihemed Salahê gogvanê Lîverpoolê ji bo Filistînê bangî serokên dinyayê kir

Mihemed Salahê gogvanê Lîverpoolê ji bo Filistînê bangî serokên dinyayê kir

Mihemed Salahê gogvanê ji Misrê yê lîstikvanê Lîverpoola taxima Lîga Premîer a Îngiltereyê bertek nîşanî êrîşên li ser Mescida Eqsayê û Filistîniyan ên Îsraîlê da bangî Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê jî tev hemû serokên dinyayê kir.

Salahê ji Misrê di peyama li ser Twitterê da Johnsonê Serokwezîr jî têkildar kir û got: "Serokê welatê 4 sal e bûye mala min (Johnson) jî tev ez bangî hemû serokên dinyayê dikim ku bira ji bo sekinandina tundiya li ser bêgunehan û kuştina wan çi ji destê wan tê bikin. Êdî bes e."

Salah demekê piştî vê peyama xwe wêneya profîla hesabê xwe yê Twitterê guherand, wêneya xwe ya li pêşiya Qubetus Sehrayê ya li hewşa kulîyeya Mescida Eqsayê kişandibû li profîlê bi cî kir. Di demeke kin da gelek şopînerên Salah peyama wî ecibandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE