Di fînala sezona 2020/2021ê ya Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) da Milwaukee Bucks li hemberî Phoenix Sunsê rêzehejmar derxist 4-2yan û bû şampiyon.
Milwaukee Bucks rêzehejmara fînalê ya ku 2-0 di paş da ma bi 4-2yan va qazanc kir. Maça 6em a rêza ku şampiyontî jî anî bi 105-98ê va bi serkeftina Milwaukee Bucksê va bi dawî bû.
Rêza ku 15 sal berê li hemberî Miami Heatê 2-0 di paş da mabû, li hemberî Dallas Maveriksê 4-2 qazanc kiribû.
Giannis Antetokounmpo 50 hejmar avêt potaya Phoenix Sunsê û her wiha bi 14 ribaund û 5 blokan va maç temam kir û tîma xwe kir şampiyon.
Bucks ji 1971ê vir va wate piştî 50 salan bû şampiyon.
26 hejmar ên Chris Paul û 19 hejmar jî yên Devin Booker têrê nekir ku Phoenix Suns bibe şampiyon.AA