Mîke Tyson bi pêşbirkê va vegeriya rîngê

Mîke Tyson bi pêşbirkê va vegeriya rîngê

Pêşbirka di navbera Şampiyonê boksê yê sikleta giran ê berê Mîke Tyson û Roy Jonesê di 4 sikletên cuda da bûye şampiyon bi beranberî hevdu qediya.

Pêşbirk li Staples Centerê ya li Los Angelesa bajarê Amerîkayê çêbû.

Pêşbirk bi 8 rauntên du deqîqeyî va çêbû ku Tyson û Jones beramberî hev man.

Tysonê 54 salî yê ku herî dawîn di 2005an da derketibû pêşbirkê û Roy Jonesê 51 salî yê ku 2 sal e boksê nake hewl dan ku hevdu birîndar nekin.

Tysonê di kariyera wî da 50 serkeftin û 6 têkçûnên wî hene di 1986an da dema 20 salî bû Trevor Berbîck navakvt kiribû û bûbû "şampiyonê herî ciwan ê sikleta giran".

Jonesê ku di çar sikletên cuda da kembera şampiyonayê qezenc kiriye jî 66 caran bi ser ketiye û 9 caran jî têk çûye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE