Motorsîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu bû şampiyonê dinyayê

Di pêşbirka ku 20 tur lê hene da Razgatlioglu wextê 18 tur man pêşbirk biqede gihîşt rêza yekemîn. Paşê dem demî rêza wî dakete jêr lê paşê dîsa dewam kir û wextê 12 tur man Razgatlioglu gihîşt rêza yekem. Lê di 7 turan da ew daket rêza sêyemîn. 

Motorsîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu bû şampiyonê dinyayê

Motorsîkletvanê neteweyî Toprak Razgatlioglu di Şampiyoniya Superbike ya Dinyayê da bû şampiyonê heyama 2021î. 

Di pêşbirka ewil a dawiya vê heyamê ya Endonezyayê da Razgatlioglu di rêza duyem da pêşbirk qedand û bû şampiyon. Razgatlioglu navê xwe wek motorsîkletvanê Tirk ê ewil ê ku bûye şampiyon di dîrokê da da nivîsîn.

Ji ber ku duh baran zêde barî pêşbirkê îro bi saeta Tirkiyeyê di saet 06.15an da dest pê kir.

Di pêşbirka ku 20 tur lê hene da Razgatlioglu wextê 18 tur man pêşbirk biqede gihîşt rêza yekemîn. Paşê dem demî rêza wî dakete jêr lê paşê dîsa dewam kir û wextê 12 tur man Razgatlioglu gihîşt rêza yekem. Lê di 7 turan da ew daket rêza sêyemîn. 

Di turên dawîn ên 4 û 5an da jî ew sêyemîn bû lê di tura duyem da ew dîsa gihîşt rêza duyem.

Razgatlioglu di tura dawîn da jî bi tîma Pata Yamaha with Brixx WorldSBKê va di rêza duyem da dest pêşbirkê kir û di pêşbirka ewil a Endonezyayê da alayê di rêza duyem da derbas kir û bû şampiyonê dinyayê.

Werzişvanê neteweyî di Şampiyoniya Superbike ya Dinyayê da navê xwe wek motorsîkletvanê Tirk ê ewil ê ku bûye şampiyon di dîrokê da da nivîsîn.

Di pêşbirkê da pîlotê Kawasakiyê Jonathan Rea bû yekemîn, pîtolê Ducatiyê Scott Redding jî bû sêyemîn.

Razgatlioglu piştî pîrozbahiyan bi motorsîkleta xwe va turek avêt û bi alaya Tirkiyeyê ya di podyumê da cihê girt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE