Pêşbirkên nîvefînalê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê wê sibê bên lîstin.
Pêşbirkên nîvefînalê sibê li gorî saeta Tirkiyeyê wê di saet 22.00an da dest pê bikin.
Di pêşbirka ewil da Chelseaya tîma Îngilîz û Eîntracht Frankfurt wê werin hemberî hev. Di pêşbirka ewil da herdu tîm 1-1 beramber mabûn.
Di pêşbirka duyemîn da Arsenala tîma Îngilîzan wê bibe mêvanê Valencîaya tîma Îspanyayê. Di pêşbirka ewil da Arsenalê tîma Valencîayê 3-1 têk biribû.
AA