Navdarên futbolê li Mêrdinê ne

Efsaneyên futbolê bi ciwanên Mêrdinê re civiyan

Navdarên futbolê li Mêrdinê ne

Efsaneyên futbolê li Mêrdînê derketin qada futbolê. Li hemberî wan jî ciwanên Mêrdînî hebûn. Her du aliyan jî mucadeleyeke baş dan. Ciwanan, gelekî zor dan futbolîstên neteweyî.

“Efsaneyên Futbolê bi Ciwanan re Tên Cem Hev.”

Bi vî navî ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê û ya Edaletê ve projeyek hat xistin meriyetê.

Futbolîstên efsane li Mêrdînê bi ciwanan re hatin cem hev.

Ergün Penbe, Ali Gültiken, Oğuz Çetin û Hami Mandıralı...

Efsaneyên futbola Tirkiyeyê piştî gelek salan derketin qada futbolê.

Bi ciwanên Mêrdînê re maç kirin.

Beriya maçê jî ciwanan û futbolîstan bi hev re sohbet kir.

Her wiha futbolîstên neteweyî piştî maçê çûn serdana hepsê û bi girtiyên piçûk re hatin cem hev.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2018, 11:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE