Îsal li Vanê hindik berf bariya. Ji ber vê jî sporvan ji bo antremanê diçin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Hakkariyê. 40 sporvên ji Vanê li Kaşûna Mêrga Botanê dest bi amadehiya pêşbirkan kirin.
Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Hakkariyê îsal bû cihê antremanê.
Gelek tîmên sporê ji bo xebat û amadehiyê diçin navenda kaşûnê.
Herî dawî ji Wanê tîmeke sporê berê xwe da Kaşûna Mêrga Botan.
Tîma ku ji 40 sporvanên ji 12 salan biçûktir pêk tê, gihîşt navendê û dest bi antremanên ji bo pêşbirkan kir.
Sporvanên biçûk dê seranserê 7 rojan li navenda kaşûnê bimînin û ji bo pêşbirkan amadehiyê bikin.