NBA ji ber Kovîd-19ê hemû pêşbirkên xwe bêmawe rawestand

Di daxuyaniya nivîskî ya NBAyê da hat diyarkirin ku bi lîstikvanekî tîma Utah Jazzê ra vîrusa koronayê hat tesbîtkirin lewra hemû pêşbirk heta danezana duyemîn hatin betalkirin.

NBA ji ber Kovîd-19ê hemû pêşbirkên xwe bêmawe rawestand

Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) piştî ku bi basketbolvanekî wan ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin hemû pêşbirkên xwe bêmawe rawestand.

Di daxuyaniya nivîskî ya NBAyê da hat diyarkirin ku bi lîstikvanekî tîma Utah Jazzê ra vîrusa koronayê hat tesbîtkirin lewra hemû pêşbirk heta danezana duyemîn hatin betalkirin.

Encamên testa lîstikvanê basketbolê yê ku navê wî nehat eşkerekirin duh êvarê beriya pêşbirka ku dê di navbera Utah Jazz û Oklahoma City Thunderê da bihata lîstin hat ragihandin û pêşbirka navborî hat betalkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku lîstikvanê ku bi Kovîd-19ê ketiya wê demê li sehaya ku dê pêşbirk bihata lîstin nebû.

- Tom Hanksê lîstikvanê navdar ê Amerîkayî û xanima wî jî bi vîrusa koronayê ketin

Tom Hanksê lîstikvanê navdar û xanima wî Rîta Wîlsonê jî eşkere kir ku bi vîrusa koronayê ketine. Hanks û xanima wî Wîlson yekem navdarên Amerîkayê ne ku bi vîrusê ketin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE