Olîmpiyatên Muşê

Walitî plan dike di navbera 21 û 25ê Nîsanê de olîmpiyatan çêke...

Olîmpiyatên Muşê

Walîtiya Mûşê plan dike di navbera 21 û 25ê nîsanê de li bajêr olîmpiyatên mûşê organîze bike. Ji bo danasîna olîmpiyatê jî civînek li dar xist. Piştî civînê jî li sporvanan malzemeyên sporê belav kirin.

Li Mûşê, di navbera 21 û 25ê Nîsanê de wê Olîmpiyatên Mûşê bên lidarxistin.

Walîtiyê, li Salona Sporê ya Navenda Civaniyê bi civînekê danasîna olîmpiyatê kir.

Rayêdar “Olîmpiyatên Mûşê” ji bo balê bikşînin ser girîngiya sporê organîze dikin.

Di civînê de ji bo zarokan malzemeyên sporê hatibûn amadekirin. Ew malzeme li zarokan hatin belavkirin.

Di olîmpiyatan de bi tevahî di 21 branşan de wê pêşbazî bên lidarxistin

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE