Di Lijneya Giştî ya Bihilbijartina Plankirî ya Kulûba Beşîktaşê da Fîkret Orman cardin serok hat hilbijartin.
Kongre li Kompleksa Spor û Çandê ya BJK Akatlarê hat kirin û 4 hezar û 899 endaman ser sandoqê deng dan.
Orman û Hurser Tekînoktay ketin hilbijartinê û Orman 2 hezar û 882 deng, Tekînoktay jî hezar û 617 deng hilda.
Di hilbijartinê da 400 dengên vala û şewitî hatin avêtin.
Ji aliyekî din va Tekînoktay bi tevahî di 3 sandoqan da ji Orman zêdetir deng hilda.
AA