Pele dîsa rakirin nexweşxaneyê

Pele dîsa rakirin nexweşxaneyê

Lîstikvanê fitbolê yê serkeftî yê Brezîlyayî Pele ji ber tedawiya gilêya di kolonê da dîsa rakirin nexweşxaneyê.

Peleyê 81 salî ku van dawiyan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tê rojevê, rakirin Nexweşxaneya Albert Einstein a li bajarê Sao Paulo yê Brezîlyayê.

Di daxuyaniya nexweşxaneyê da hat diyarkirin, tedawiya nexweşiya di kolon da ya Pele didome, tenduristiya wî stabîl e û tê pêşbînîkirin ku di nava çend rojan da bo malê were şandin.

Piştî ku di kolona wî ya rastê da gilêyek hatibû tesbîtkirin, Pele di meha îlonê da li heman nexweşxaneyê operasyoneke serkeftî derbas kiribû û bo malê hatibû şandin. Di daxuyaniya wê demê ya nexweşxaneyê da hatibû destnîşankirin, heger pêwîst bike, kemoterapiya lîstikvanê berê yê serkeftî yê Brezîlyayî dê bidome.

Peleyê ku yek ji lîstikvanê herî serkeftî yê dîroka fitbolê tê nîşandan, yekane lîstikvan e ku Qûpaya Dinyayê ya FIFAyê 3 caran (1958, 1962, 1970) ser hev bi dest xistiye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE