Li Mûşê, Kutbettîn Saçan beriya 22 salan ji xwe re çewliga hespan ava kir. Saçan hespên xwe him baş xwedî dike, him jî ji bo pêşbirkên di her şerd û mercan de amade dike. Niha jî hespên bezê li ser berfê tên perwerdekirin.
Kutbettin Saçan gelekî ji hespan hez dike. Ji ber vê yekê jî beriya 22 salan ji xwe re çewliga hespan ava kir.
Bi demê re Saçan dest bi xwedîkirina hespên bezê jî kir.
Niha di çewligê de zêdetirî 60 hesp hene.
Saçan di her demsalê de hespên xwe perwerde dike.
Hespên Kutbettin Saçan heta niha di gelek pêşbirkan de bi ser ketine û hê jî hin hesp li benda pêşbirkên mezin in.