Li Colemêrgê, di çarçoveya projeya “pêşerojeke baş, bi sporê tê avakirin” de, li 40 dibistanî ji bo zarokan cil û berg û malzemeyên sporê hatin belavkirin.
Li Hekkariyê, ji bo tîmên mekteban alîkariya malzemeyên sporê kirin.
Di çarçoveya projeya SODES’ê de li 40 mektebî ji bo hemû tîmên wan alîkarî hat kirin.
Ji bo vê jî li bajêr merasîma belavkirina malzemeyan hat lidarxistin.
Walî İdris Akbiyik, midûr, mamoste û xwendekar beşdarî merasîmê bûn.
Zarokên ku malzemeyên xwe girtin, gelek kêfxweş bûn û spasî rayedaran kirin.