Piştgiriya keça xwe dikin

Futbolîsa Muşî bi dia û piştgiriya dê û bavê xwe diçe pêşbirkan

Piştgiriya keça xwe dikin

Keçikeke şareza ji gun Dêrika Melazgirê, ji bo bibe futbolîs çû Mûşê. Li wir him dixwîne, him jî di Lîga Sêyemîn de, di tîma Alparslanê de futbol dilîze. Dê û bavê wê, her ku maçên keça wan çê hebe, ji gund radibin û diçin li keça xwe temaşe dikin.

Ji bo temaşekirina maçên keça xwe, her carî 150 kîlometre rê diçin.

Li qada futbolê diçin rûyê hemû keçan, ji bo serfiraziya wan dia dikin û bi kelecan li maçê sêr dikin.

Dê û bavê futbolîs Kezban Söylemezê, ji bo piştgiriya keça xwe ji gundê Derika Malazgîrê derin Navenda Mûşê.

13 zarokên wan hene. Dê û bav dixwazin keça wan, her tim bigihije mirazê xwe. Loma jî çi ji destê wan were, bi dil û can dikin.

Kezbana futbolîs jî dibêje: “Ji bo keçan piştgiriya dê û bavan pir girîng e.”

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2018, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE