Wezareta Ciwanî û Sporê li seranserê welêt bi navê “Bila Hemû Kes Hînî Avjeniyê Bibe” projeyek dabû destpêkirin. Li Muşê di çarçoveya vê projeyê de 2 hezar û 550 xwendekar di warê avjeniyê de hatin perwerdekirin.
Projeya Bila Hemû Kes Hînî Avjeniye Bibe li seranserê welêt hatibû destpêkirin.
Bi projeya Wezareta Ciwanî û Sporê bi hezaran xwendekar hînî avjeniyê bûn.
Midûriya Civanî û Sporê ya Mûşê jî di çarçoveya projeyê de li hewza nîvolîmpîk dersên avjeniyê dide xwendekaran.
Di dersên avjeniyê de 3 antrenor û 6 alîkarên antrenoran, bi tevahî 2 hezar û 550 xwendekar perwerde kirin.
Hin xwendekar cara ewil dikevin avê û avjeniyê dikin. Ji bo vê yekê pir bi kelecan in.
Dersên avjeniyê di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de tên dayîn.