Wezareta Ciwanî û Sporê li seranserê welêt bi navê “Bila Her Kes Hînî Avjeniye Bibe” projeyek dabû destpêkirin. Li Mûşê di çarçoveya vê projeyê de 5 hezar xwendekar di warê avjeniyê de hatin perwerdekirin.
Projeya Bila Her Kes Hînî Avjeniye Bibe li seranserê welêt hatibû destpêkirin.
Bi projeya Wezareta Ciwanî û Sporê bi hezaran xwendekar hînî avjeniyê bûn.
Midûriya Civanî û Sporê ya Mûşê di çarçoveya projeyê de li hewzê nîvolîmpîk dersên avjeniyê dide xwendekaran.
Di dersên avjeniyê de 3 antrenor û 6 alîkarên wan, nezî 5 hezar xwendekar perwerde kirin.
Xwendekarên serkeftî nasnemaya sporvaniyê distînin û başdarî pêşbaziyan dibin.
Sporvanên avjeniyê ji bo di musabaqayan de biserkevin bê navber dişixulin.