Wezareta Ciwanî û Sporê projeya “Bila Her Kes Hînî Soberiyê Bibe” da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de zarok û ciwanên Iğdırê di hewza olîmpîk de hînî avjeniyê didin. Heta niha bi projê zêdetirî 6 hezar kes hînî avjeniyê bûne.
Li hin bajarên Türkiyeyê her sal gelek mirov ji ber nezanîna soberiyê di avê de dixeniqin. Ji ber vê jî Wezareta Ciwanî û Sporê bi navê “Bila Her Kes Hînî Soberiyê Bibe” projeyek da destpêkirin.
Di projeyê de wekî hemû bajarên welêt li navenda Iğdırê jî perwerdeyiya avjeniyê dest pê kir.
Zarok û ciwan bi servîsa projeyê dibin hewza olîmpîk. Li wir him hînî soberiyê dibin him jî têr avjeniyê dikin.
Rayedarên bajêr dibêjin ku bi rojeyê heta niha zêdetirî 6 hezar kes hînî soberiyê bûne û dixwazin hejmar gelek zêdetir bibe.
Midûrê Ciwanî û Sporê yê Iğdırê Gökhan Yavaşer got, ‘’Heta niha 6 hezar û 500 kes tevlî projeyê bûn.Di van rojan de 17 kom tên perwerdekirin. Niha bi welatiyên me yên 3 navçe û gundan re 350 kes tên perwerdekirin.’’
Peywirdarên projeyê dibêjin, welatî dikarin ji navçe û gundên Iğdırê jî bi rehetî dikarin bi servisê tevlî projeyê bibin.