Projeya ji bo astengdaran

Astengdar rojên Çarşemê diçin hewz û avjeniyê dikin

Projeya ji bo astengdaran

Li îdirê, Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo welatiyên astengdar projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de her çarşem ji bo astengdaran çalakî tên lidarxistin.

Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo astengdaran li seranserê welêt projeyek da destpêkirin.

Li Îdirê jî bi Projeya “Çarşema Kêfxweşiyê” astengdar her hefte rojên çarşemê bi hev re sporê dikin.

Di Hewzê Îdirê de mamosteyên pispor, di branşên xwe de bi astengdaran re sporê dikin.

Astengdar ji projeyê memnûn in. Dibêjin em berê li malê bûn û aciz dibûn.

Bi saya vê projeyê astengdar ji malê derdikevin û bêhna xwe vedidin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE