Li Mûşê projeya Köyvivorê dewam dike. Bi taybetî jî zarok û xwendekarên gundan ku nikarin beşdarî bername û çalakiyên civakî bibin bi saya vê projeyê, van daxwaz û mirazên xwe tînin cih. Tê ragihandin ku heta niha li 15 gundan nêzî 2 hezar zarok û xwendekar beşdarî projeyê bûne û bi dilê xwe kêf kirine.
Li Mûşê Projeya Köyvivorê ku ji bo kêfa zarok û xwendekarên gundan were hatibû destpêkirin, dewam dike.
Projeya ku beriya 3 salan bi piştgiriya Wezareta Sporê û Ciwaniyê hatibû amadekirin, heta niha li 15 gundên Mûşê hat meşadin.
Di vê pêvajoyê de nêzî 2 hezar zarok jî beşdarî pêşbazî û lîstikên projeyê bûn û têra dilê xwe lîstin û kêf kirin.
Tê ragihandin Projeya Köyvivorê wê li hemû gundên Mûşê were meşandin.