Projeya perwerdeya soberiyê

Her hefte xwendekarên 4 dibistanan perwerde dibin

Projeya perwerdeya soberiyê

Şaredariya Battalgaziya Meletiyê bi navê “li dibistanê hînî soberiyê bibe” projeke amade kir. Bi projeyê her hefte xwendekarên 4 dibistanan perwerdeya soberiyê dibînin.

Her sal li gelek bajaran ji ber ku soberiyê nizanin gelek kes dixeniqin.

Li ser mijarê ji bo bibe tevdîr gelek perwerde û xebat tên kirin.

Yek ji wan xebatan jî ji aliyê Şaredariya Battalgaziya Meletiyê tê birêvebirin.

Şaredariyê bi navê” Li Dibistanê Hînî soberiyê Bibe” projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de her hefte xwendekarên 4 dibistanan perwerdeya soberiyê dibînin.

Zarokên navçeyê him soberiyê hîn dibin him jî ji xwe re kêf dikin.

Bi projeyê tê xwestin heta dawiya salê herî kêm 700 xwendekar hînî soberiyê bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE