“Pêşî Spor, Paşê Ders”

Li Midyadê xwendekarên dibistanekê beriya dersê sporê dikin...

“Pêşî Spor, Paşê Ders”

Xwendekarên dibistaneke seretayî û navîn a Midyada Mêrdînê her roj beriya dersê, sporê dikin. Nêzî 750 xwendekar bi dengê mûzîkê hînî sporê dibin.

Xwendekarên dibistana Gazîpaşayê ya Midyadê bê spor dest bi dersê nakin…

Di çarçoveya projeya jiyana bisihhet a wezareta tenduristiyê de 750 xwendekar her sibe beriya dersê spora xwe dikin.

Zarok bi qasî 10 deqeyan li ber muzîkê him canê xwe germ dikin, him jî hînî vê çandê dibin.

Spora 10 deqeyan xwendekaran tîne ser hemdê xwe. Ew ji xilmaşiyê dertên, bi hişyarî dest bi xwendinê dikin.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE