Li herêmê ciwan êdî bala xwe zêdetir didin ser sporê. Wezareta Ciwanî û Sporê jî vê yekê teşwîq dike. Li Midyadê ji bo ciwanan pêşbaziya badmîntonê hat lidarxistin.
9 tîmên keçan û 10 tîmên xortan beşdar bûn…
Pêşbaziyeke dijwar hat kirin…
Bi organîzasyona Wezareta Ciwanî û Sporê û Wezareta Perwedeya Netewî, li Midyadê cara ewil Şampiyonaya Herêmî ya Badmingtonê hat organîzekirin.
Ji Batman, Şirnex, Edene, Sêrt û gelek bajaran tîmên ciwanan tev lê bûn.
Tîmên serkeftî jî wê bikaribin biçin şampiyonaya Tirkiyê ya ku wê li Erzîncanê bê kirin.