Li Newala Lewendê pê li pedal kirin. Li Akçakaleya Meletiyê pêşbaziya bisîkletan hat lidarxistin. Ji 22 bajaran 192 sporvan beşdarî bernameyê bûn. Piştî pêşbaziyê bisîkletvanên ku ketin dereceyê xelat girtin.
Di nav xwezayeke bêhempa û qedîm de li bisîkletê siwarbûn û zora hev birin.
Li Akçakaleya Meletiyê di çarçoveya xebatên Federasyona Bisîkletê ya Tirkiyeyê de pêşbaziya bisîkletê hat lidarxistin.
Ji 22 bajaran bi tevahî 192 bisîkletvan beşdarî pêşbaziyê bûn û li Newala Lewendê bisîklet ajotin.
Piştî pêşbaziyê sporvanên jêhatî madalya û xelatên xwe standin.