Pêşbaziyên cirîdê dest pê kirin

Piştî pêvajoya asayîbûnê cirîdbaz jî derketin meydanê...

Pêşbaziyên cirîdê dest pê kirin

Li Qersê ji ber vîrûsa koronayê pêşbaziyên cirîdê ev 4 meh in nedihatın kirin. Ligel pêvajoya normalîzebûnê pêşbaziyan dîsa dest pê kir. 

Vîrûsa koronayê tevî gelek çalakiyan pêşbaziya cirîdê jî rawestand.

Li Qersê ev çend meh bûn tu pêşbazî nedihatin kirin.

Lê pêvajoya asayîbûnê rewşa li wê derê jî asayî kir.

Cirîdbazên ku bêriya cirîdê kirine bi hevdu re ketin pêşbirkê.

Hin cirîdbaz dibêjin di umrê xwe de cara ewil ewqas navber dane cirîdê.

Di pêşbaziyan de dîmenên rengîn derketin holê.

Niha tê payîn ligel pêvajoya asayîbûnê pêşbazî hêdî hêdî werin zêdekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE