Pêşbaziyên gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Türkiyeyê dest pê kir

Pêşbaziyên gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Türkiyeyê dest pê kir

Gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Türkiyeyê ya ku li Hakkariyê tê lidarxistin dest pê kir.

Ji bo pêşbaziya bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê û Federasyona Raftîngê ya Türkiyeyê li Geliyê Zapê tê lidarxistin ji 26 kuluban 60 taxim û 450 werzişvan hatin li herêma Depînê amadehiyên xwe temam kirin.

Di pêşbaziyên Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê duh dabû destpêkirin da îro pêşbaziya taximan bi kelecanî hat kirin.

Hin caran botên werzişvanan bi ro da çûn û ji bo dîsa têxin rêya xwe gelekî li ber xwe dan û ji bo bi ser bikevin jî hewleke mezin dan.

Di têkoşîna werzişvanan ji bo pêşbaziyê dan da li Ava Zapê dîmenên rengîn derketin holê.

Savaş Îzmîrliyê Direktorê Pêşbaziyê û Serantrenorê Taximên Neteweyî ya Federasyona Raftîngê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çemê Zapê cara ewil ji şampiyonayeke wiha ra malxweyîtiyê dike.

Îzmîrlî got ku gelek werzişvan hatin û ji bo bi ser bikevin têkoşînê didin û wiha pê da çû:

"Em bi ekîbeke kêm zêde ji 500 kesî pêk tê va li vê derê ne. Atmosfereke bêhempa heye. Di çarçoveya têkoşîna dijî nexweşiyê da me hemû tevdîrên xwe hildan. Di çarçoveya tevdîrên mesafeya fizîkî, rûpêç û hîjyenê da organîzasyon dewam dike. Hatina vê derê ji bo werzişvanên me bû kelecaniyeke mezin. Adrenalîna vê derê zêde ye. Înşaellah ew ê tevkariyeke mezin bide turîzmê. Di rihê sporê da biratî heye. Li vê derê ji gelek bajaran werzişvan hene. Kesên ji bajarên rojavayê welêt hatin vê derê dostiyên baş danîn. Em pîlan dikin ku bernameyeke wihali bajarên rojavayê welêt jî li dar bixin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE