Pêşbirka Fenerbahçe - Spartak trnava

Pêşbirka Fenerbahçe - Spartak trnava îro saet 19.55’an de ye

Pêşbirka Fenerbahçe - Spartak trnava

Fenerbahçeya k udi lîga super a spor totoyê de li hemberî çaykur rîzesporê 3 û 0 têk çû, vê carê berê xwe da uefa ewropayê.

Tîma zer û lacîwerd di pêşbirka xwe ya duyem a koma Dyê de, wê li mala xwe nûnerê slovakyayê Spartak Tirnavayê bike mêvan.

Fenerbahçeya ku di pşbirka xwe ya ewil de li hemberî Dinamo Zagrepê 4 û 1 têk çû, armanc qezenckirine.

Rahêner Philip Cocu yê ku piştî encamên nebaş rojên dijwar derbas dike, di vê pêşbirkê de tê payîn ku kadroyê biguherîne.

Şîkîrtelê ku ji seqetiya xwe xilas bû, ji bo pêşbirkê amadeye..

Tê payîn ku futbolîstê Slovak dê li hemberî pêşbirka Tirnavayê bilîze.

Nûnerê Slovakyayê di pêşbirka xwe ya ewil de li hemberî Anderletê 1 û 0 qezenc kiribû..

Spartak Tirnavaya ku baş dest bi lîga uefa ewropayê kir, di lîgê de rojên dijwar derbas dike.

Tirnava di 10 pêşbirkan de 8 pûan kom kir û di rêza 9em de cî digre.

Nûnerê Slovakyayê di lîgê de ev 6 pêşbirk e nikare qezenc bike.

Pêşbirka ku dê li qada Ulkerê were lîstin saet 7 û 55an de wê dest pê bike.

Pêşbirka dijwar dê dadwerê Elman Tobîaz Wels bi rêve bibe.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE