Di Lîga Yekemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de li Colemergê pêşbirka herdu tîmên jinan Kireçbûrnû û Hakkarî Gücüyê hebû. Walî, esker û rayedarên bajêr ligel Colemergiyan li maçê temaşê kirin.
Tîma Kireçburnuyê li deplasmanê bi Tîma Hakkari Gücüyê re hat pêşberî hev.
Herdu tîm jî ji jinan pêk tên û di lîga yekemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de dilîzin.
Rayedarên Colemergê baldarî li pêşbirkê temaşe kirin.
Her wiha Colemergî jî bi zar û zêçên xwe di tiribûnê de bi kelecan bûn.
Her du tîman baş li ber xwe dida lê Tîma Kireçburnuyê 3-2 bi ser ket.
Waliyê Colemergê İdris Akbıyık piştî maçê derket qada futbolê û li topê da.
Di dawiyê de Walî Akbıyık ket nav welatiyan û bi zarokan re him sohbet kir him jî pirtûk li wan belav kirin.