Li aliyekî, Galatasaraya ku şampiyonê lîga super û xwediyê kûpaya Tirkiyê ya Zîreatê.
Li aliyê din fînalîstê kûpaya Tirkiyê ya Zîraetê Akhîsarspor..
Herdû tîm ji bo kûpaya super a TFFê qezenc bikin wê bên hemberî hev.
Galatasaray bi 5 kûpayan wek tîma ku herî zêde kûpa qezenckirî xuya dike.
Akhîsarspora ku heyama par ji lîgê xatir xwest wê wek xwediyê kûpaya dawî derkeve hemberî reqîbê xwe.
Pêşbirka fermî ya ewil wê li stadyuma Eryamanê ya Enqerê bê lîstin.
Firotina bilêtên pêşbirkê di 2ê tebaxê de dest pêkir.
Pêşbirk saet 9 û nîvan de wê dest pê bike. Dadwerê pêşbirkê jî Halîl Umut Meler e.