Li welêt ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ya bi tîpa nû pêşbirka nîvefînala Qupaya Îtalyayê ku wê îşev di navbera Juventus û Milanê da bihatina lîstin, hat taloqkirin.
Şewba vîrusa koronayê li welêt heya niha bi 2 hezarû û 263 kesî ra hat dîtin û 79 kes ji ber vê nexweşiyê mirin û ev yek jî li welêt bû sedema taloqkirina organîzasyonên sporê.
Yekîtiya Lîga Fitbolê ya Yekemîn (Serîe A) a Îtalyayê ku organîzasyona Qupaya Îtalyayê dibe serî daxuyanî da û ragihand ku pêşbirka di navbera Juventus û Milanê da ku wê îşev di Stada Allianzê ya li Torînoyê ye da bihatina lîstin, hat taloqkirin.
Hat gotin ku qewlê pêşbirkê wê paşê bê eşkerekirin.
Juventus û Milan di pêşbirka ewil a nîvefînala qupayê da 1 û 1 beramber mabûn.
Ji ber şewba vîrusa koronayê di hefteya 25emîn a Serie Ayê da 4 pêşbirk û di hefteya 26emîn da jî 6 pêşbirk hatibûn taloqkirin.