Li Artûklûya Mêrdînê, Wezareta Ciwanî û sporê û federasyona setrancê ya Türkiyeyê “pêşbirka kişikê ya navneteweyî” li dar xist. ji 6 welatan nêzî 300 sporvan tevlî pêşbirkê bûn. pêşbirk wê seranserê 2 rojan dewam bike.
Wezareta Ciwanî û Sporê û Federasyona Setrancê li Artukluya Mêrdînê misabaqaya kişikê li dar xist.
Ji 6 welatên wekî Somalî, Azerbaycan, Sûriye û İraqê 289 sporvan tevlî “Pêşbirka Kişikê ya Navdewletî” bûn.
Sporvanên ji 7 salî heya 70 salî, wê di pêşbirkê de li hemberî hevdû bilîzin.
Pêşbirk wê 2 rojan dewam bike û kesên bikevin dereceyê wê diyariyên cuda bistînin.