Pêxas bazda û bû şampiyon

Werzişvana neteweyî Emîne Akbîngola ku di Pêşbirka Kros a Kupaya Kluban a Şampiyoniya Ewropayê da ji ber ku soleke wê ji lingê wê derket pêxas reviya û bû yekemîn ji ber vê serkeftina xwe serfiraz e

Pêxas bazda û bû şampiyon

Werzişvana neteweyî Emîne Akbîngola ku li Vartoya navçeya Mûşê dijî di Pêşbirka Kros a Kupaya Kluban a Şampiyoniya Ewropayê da ji ber ku soleke wê ji lingê wê derketibû û ew bi solekê va reviyabû û bûbû yekemîn ji ber vê serkeftina xwe kêfxweş e.

Di 3yê Sibatê da li Portekîzê Kupaya Kluban a Şampiyoniya Ewropayê hat lidarxistin û Akbîngol jî li ser navê Kluba Fenerbahçeyê beşdarî pêşbirkê bû.

Di pêşbirkê da reqîbê Akbîngolê pê li sola wê kir û sol ji lingê derket. Lê Akbîngolê dev ji pêşbirkê berneda, bêsol reviya û di pêşbirkê da bû yekemîn.

Xwendekara Dibistana Bilind a Werzişê ya Perwerdeya Bedenê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê Akbîngolê ji nûçegihanê AAyê ra behsa xebatên xwe û wê pêşbirka ku bû yekemîn kir.

Akbîngolê got wê di 12 saliya xwe da dest bi atletîzmê kiriye û 4 sal e jî beşdarî pêşbirkên Kupaya Kluban a Şampiyoniya Ewropayê dibe.

- "Ez pir kêfxweş im û ev serfirazî ye"

Akbîngolê anî ziman ew bi serokatiya rahênerê xwe xebatên xwe dimeşîne û wiha behsa pêşbirka ku bûbû yekemîn kir: "Di pêşbirkê da dema 500 mêtro mabû yek ji wan reqîbên min pê li sola min kir û sola min a bimîx ji lingê min derket û ez bi ferekê va reviyam. Hakemê Portekizî sola min a bimix dît û anî da destê min, lê min ew li xwe nekir, da destê xwe û ez reviyam. Min wisa dewam kir û ez bûm yekemîn. Min bawer kir ku ez dikarim bi solekê va jî bibim yekemîn. Bi wê xwebawerbûnê û heviyê ez bûm şampiyon. Ez pir kêfxweş im û ev serfirazî ye."

- "Min sol li wir hîşt û dewam kir"

Akbîngolê got dema sola wê dane destê wê ew hinekî fikiriye û wiha dewam kir: "Min got heke ez bisekinim û solê li xwe bikim gelo ezê dereng bimînim? Wê demê divê min biryarek bida û min biryar da ku ez li wir bihêlim. Min sol li wir hîşt û dewam kir. Min li Portekîzê Kluba Fenerbahçeyê û welatê xwe temsîl dikir. Bi wê fikrê min di pêşbirkê da dewam kir. Min awayekî baş welatê me temsîl kir û ez bûm şampiyon."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 15:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE