Qeymeqamê Şehîd nehat jibîrkirin

Ji bo bibîranîna şehîd Mehmet Fatih Safitürk turnûvaya kişikê hat lidarxistin.

Qeymeqamê Şehîd nehat jibîrkirin

Li Dêrika Mêrdînê ji bo bibîranîna Qeymeqamê Şehîd Mehmet Fatih Safitürk turnûvaya kişikê hat lidarxistin. Kişikbazên ku di turnûvayê de bi ser ketin ji aliyê rêvebirên bajêr ve hatin xelatkirin.

Qeymeqamê bere yê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatih Safitürkê ku di êrîşa terorî de şehîd ketibû nehat jibîrkirin.

Li bajêr ji bo bibîranîna qeymeqamê şehîd Safitürk turnûvaya kişikê hat lidarxistin.

140 kişikbazên ku beşdarî turnûvayê bûn, ji bo reqîbên xwe têk bibin hewl û xîreteke mezin nişan dan.

Piştî turnûvayê, kişikbazên ku ketin dereceyê xelatên xwe ji destê rêvebirên bajêr girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE