"Qîzên gundî" gol nexwarin û bêyî têkçûyîn bûn şampiyon

Li xwendingeha gundekî Bozovaya navçeya Şanliurfayê taxima fitbolê ya qîzan hat avakirin, taxima zarokên qîzîn qet gol nexwar û bû şampiyonê herêmê

"Qîzên gundî" gol nexwarin û bêyî têkçûyîn bûn şampiyon

Li xwendingeha gundekî Bozovaya navçeya Şanliurfayê taxima fitbolê ya qîzan hat avakirin, taxima zarokên qîzîn qet gol nexwar û bû şampiyonê herêmê. Taximê tevlî şampiyonaya Tirkiyeyê bibe.

Xwendekarên qîzîn ên li Dibistana Navîn a Kiliçorena 90 kîlomêtre li dûrî navendê perwerdeyê dibînin bi piştgiriya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bozovayê va taxima fitbolê ava kirin.

Xwendekar di kordîneya Îbrahîm Yapiciyê mamosteyê bedenê da antrenmanên xwe domandin û di hefteyê da 3 rojan li rasta gogê ya Lîseya Îmam Xetîbê ya Yaylakê ya 10 kîlmêtre li dûrî gundê xwe îdmanên xwe didomînin.

Zarokên qîzîn di Turnuvaya Qîzan a Fitbolê ya Sporê Xwendingehan ya 2018-2019an da pêşiyê bûn şampiyonê navçeyê û paşê di misebeqeya herêmê da qet gol nexwarin û bûn Şampiyonê Herêmê. Xwendekaran heq bi dest xistin ku di fînala Tirkiyeyê da bilîzin.

Qîzên ku bi serkeftina xwe balê dikişînin her roj guh nadin şilî û heriyê ji bo beşdarî Şampiyonaya Turkiyeyê ya Qîzan bibin antrenmanên xwe didomînin.

Qaymeqamê Bozovayê Zekeriya Goker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi serkeftina zarokên qîzîn serifiraz bûn. Goker bal kişand ku di vê serkeftinê da keda mamoste û malbatan jî zêde ye û ew ê piştgiriya didin zarokan bidomînin.

Goker got firsendê didin zarokan û bi ser bikevin û wiha pê da çû:

"Qîzên me hem navçe hem jî bajarê me temsîl dikin. Hem qet nedan der hem jî qet gol nexwarin û bûn şampiyon. Heq bi dest xistin ku beşdarî şampiyonaya Tirkiyeyê bibin. Ez zarokan û mamosteyê wan pîroz dikim. Ji bo sporê em guh didin hewcedariyên ciwanên navçeyê.

- "Çaxê gog tê xwe diavêjim ser"

Hacîre Înceya qeleparêza taximê diyar kir ku 3 sal in eleqeyê nîşanî fitbolê dide.

Înceyê got ji ber ku bi ser ketin gelekî kêfxweş e û wiha pê da çû: "Min hetanî nika di turnuvayan da gol nexwar. Dema gog tê hinekî ditirsim lêbelê her ku diçe tirsa min dişkê. Çaxê gog tê xwe diavêjim ser."

- "Min 13 gol avêtin"

Derya Bayrama forveta taximê jî got ji ber ku hemû pêşbirk qezenc kirin motîvasyona wan zêde dibe.

Bayramê wiha got: "Me bi tevahî 30 gol avêtin. Min 13 gol avêtin. Hedefa me ew e ku bibin şampiyonê Tirkiyeyê. Em rayê didin ku fitbol bi tenê karê kur û mêran nîne, qîz jî dilîzin."

Îbrahîm Yapiciyê mamosteyê bedenê jî diyar kir ku 6 sal e li vî gundî mamostetiyê dike û zarokên wan ên qîzîn gelekî xebitîn û bi ser ketin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 13:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE