Navçeya ku di nav çiyayan da ye her sal mazuvaniya gelek kesan dike.
Çemê Munzurê ji kesên raftîngê bikin cihekî pir başe ku xebatkarên Midûriya Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Navçeyê turîstan li wesayîtan sîwar dikin û dibin Pireya Xozatê.
Kesên raftîngê dikin li vir cil û bergên ji bo raftîngê li xwe dikin, ji rêberan agahiyên teknîkî dikin û wek komên 8 kesan pêk tên li botan sîwar dibin û dest bi raftîngê dikin.
"Me li navçeya Ovacikê bi xwendekarên xwe va raftîngê da destpêkirin"
Rahêner Ferdî Gençê li Midûriya Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Navçeyê wezîfedar e daxuyand Ovacik di qada werzişên avê û siruştê va navdar e.
Genç anî ziman li Tirkiyeyê gelek deveran raftîng tê kirin lê parkurên Çemê Munzurê ji yên din baştir e û wiha axivî: "Li Tunceliyê raftîng belav dibe, lê me li navçeya Ovacikê bi xwendekarên xwe va raftîng da destpêkirin. Qasî parkureke 6-7 kîlomêtroyî me raftîng kir. Pir xweş û bikêf e. Em ji ber vê pir kêfxweş in."
Genç got li der û dorê Çemê Munzurê dar hene û wek ku ew ji nav tuneleke daran derbas dibin bi botan va li ser çem raftîngê dikin û got ew dixwaze her kes bê Ovacikê û vê bibîne.
Azad Ozkanê di jiyana xwe da cara ewil e raftîngê dike jî got Çemê Munzurê pir zelal e û li ser çem raftîng ji bo wî bîranîneke pir xweş e.AA