Rayedar û şêniyên taxê gog lîstin

Taxa Sarıbala ya Viranşehirê beriya niha bi qada sporê ya axê hatibû rojevê...

Rayedar û şêniyên taxê gog lîstin

Li Şanlıurfayê, li Sarıbala Taxa Viranşehirê tesîsa sporê hat çêkirin. Taxa Sarıbalê beriya niha bi qada sporê ya axê hatibû rojevê. Bi destê şaredarî û qeymeqamiyê ji bo şêniyên taxê tesîsa sporê hat vekirin.

Li Viranşehirê Şanlıurfayê ji bo şêniyên Taxa Sarıbalê tesîsa sporê hat çêkirin. Tax beriya niha bi qada tenîsê ya axê hatibû rojevê. Qaymeqam û şaredariyê ji bo taxê qada tesîsa sporê da çêkirin. Li vê tesîsê qadên fûtbol, basketbol, voleybol û tenîsê hene.

Qaymeqam, şaredar û rayedarên bajêr ligel şêniyên taxê fûtbol lîstin.Hin welatiyan bi şalwar lîstin ku ev yek balkêş bû.

Tê payîn ku Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Kasapoğlu di rojên pêş me de vekirina tesîsê pêk bîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE