Riza Kayaalp cara 4emîn şampiyonê dinyayê ye

Werzişvanê Neteweyî di fînala 130 kîlo ya stîla grekoromen a Şampiyonaya Gulaşê ya Dinyayê da Oscar Pîno Hîndsê Kubayî têk bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.

Riza Kayaalp cara 4emîn şampiyonê dinyayê ye

Di Şampiyonaya Gulaşê ya Dinyayê ya ku li Qazaxistanê hat lidarxistin da werzişvanê neteweyî Riza Kayaalp di stîla grekoromen 130 kîloyê da madalyaya zêrîn qezenc kir.

Di roja çaremîn a şampiyonaya li Nur Sultana paytext da gulaşgirê neteweyî Riza di fînala 130 kîlo ya stîla grekoromen da Oscar Pîno Hîndsê Kubayî ra hat pêşberî hev.

Di pêşbirka roja dawîn a li Barys Arenayê da Riza gulaşgirê Kubayî 3-1 têk bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.

Riza ji bo Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î jî kota sitand Yasmanî Acosta Fernandezê sêyemînê dinyayê yê Şîliyî yê ku bi eslê xwe ji Kubayê ye û Lîngzhe Mengê Çînî jî 4-0 têk birbû û derketibû fînala çaryek.

Gulaşgirê di fînala çaryek da Iakobî Kajaîayê Gurcî jî 5-1 têk birbû û di nîv fînalê da Alman Eduard Popp 4-1 têk birbû.

- Ji Riza rekora nû

Riza Kayaalp werzişvanê ewil ê Tirk e ku di stîla grekoromen da 4 caran bû şampiyonê dinyayê.

Rizayê duyemînê olîmpiyatê Hamza Yerlîkaya û Selçuk Çebiyê ku di stîla grekoromen da sê caran bûne şampiyonê dinyayê li pey xwe hiştin. Riza piştî Huseyîn Akbaşê ku di stîla serbest da 4 caran bû şampiyonê dinyayê bû gulaşgirê ewil ê Tirk ê ku gihaşt vê reqamê.

Gulaşgirê neteweyî berê niha di salên 2011, 2015 û 2017an da bibû şampiyonê dinyayê.

Riza herwiha îsal li Romanyayê cara 9emîn bibû şampiyonê Ewropayê û di nav werzişvanên Tirk da bibû tekane xwediyê vê rekorê.

- Di stîla grekoromen da 2 madalya

Di Şampiyonaya Gulaşê ya Dinyayê da pêşbirkên stîla grekoromen temam bûn.

Tirkiyeyê di stîla grekoromen da madalyayeke zêrîn û madalyayeke bronz û 2 kotayên olîmpiyatê bi dest xistin.

Werzişvanê neteweyî Cenk Îldem jî bibû sêyemînê dinyayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE