Riza Kayaalp cara 9emîn bû şampiyonê Ewropayê

Riza Kayaalp di fînala 130 kîloyî ya stîla grekoromen a Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê da reqîbê xwe yê Gurcî Iakobî Kajaia têk bir û madalyaya zêrîn qezenc kir

Riza Kayaalp cara 9emîn bû şampiyonê Ewropayê

Riza Kayaalp di fînala 130 kîloyî ya stîla grekoromen a Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê da reqîbê xwe yê Gurcî Iakobî Kajaia têk bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.

Riza Kayaalp di şampiyonaya ku li Bukreşa paytextê Romanyayê tê lidarxistin da di stîla grekoromen da derket ser mînderê û reqîbê xweyê gurcî 3-0 têk bir û 8 caran ser hev û cara 9emîn bû şampiyonê Ewropayê.

Riza Kayaalp bi serkeftina xwe ya 9emîn di dîroka gulaşê ya Tirkiyeyê da bû werzişvanê ku di şampiyonayên Ewropayê da herî zêde madalyayên zêrîn qezenc kir. Riza berî vê şampiyoniyê rekorê bi Hamza Yerlîkaya ra parve dikir.

- Wezîr Kasapoglu ew bi tenê nehişt

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî di pêşbirka şampiyoniyê da Riza Kayaalp bi tenê nehişt.

Kasapoglu pêşbirk temaşe kir û piştî pêşbirkê werzişvanê şampiyon pîroz kir.

- Serokomar Erdogan telefonî Riza Kayaalp kir û ew pîroz kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Riza Kayaalpê ku 9 caran di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê da bû şampiyon kir û ew pîroz kir. 

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan di hevdîtinê da ji ber serkeftina Riza Kayaalpê ku di fînala 130 kîloyî ya stîla grekoromen a Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê da madalyaya zêrîn qezenc kir ew pîroz kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE