Şahika Ercumen ket Behra Wanê

Şahîka Ercumen ji bo balê bikşîne ser paqijiya behran ket Behra Wanê

Şahika Ercumen ket Behra Wanê

Noqava Navdar Şahîka Ercumen ji bo ku balê bikişîne ser xweşikya behrê ket Behra Wanê. Ercumen heta çend metreyan ket binê avê û banga paqijiya behran kir.

Şahika Ercumen rekotmena noqaviyê ye.

Li Wanê di çarçoveya mihrîcana sporên behrê de ket behrê.

Armanca wê ew bû ku balê bikişîne ser paqijiya behran.

Demeke dirêj heta çend metreyan ket nava avê û bang kir ku behra wanê paqij bibe.

Ercumen got, ‘’Aramanca me ew e ku em bikaribin balê bikişînin ser parastina behra Wanê. Her wiha me xwest em sporên din ên li ser behra Wanê teşwîq bikin.’’

Waliyê Wanê Mehmet emin Bilmez jî temaşeyî noqa behrê ya Ercümenê kir. Walî got “behra Wanê mîras e û divê em xwedî lê derkevin.”

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE