Şahîka Ercumen wê li Antartîkayê alaya Tirk biçikîne

Rekortmena noqav a dinyayê werzişvana neteweyî Şahîka Ercumen: "Piştî vê seferê mafê me yê avakirina baregehê wê çêbe û em ê bibin yek ji welatên şêwirmend. Em dixwazin alaya Tirk biçikînin."

Şahîka Ercumen wê li Antartîkayê alaya Tirk biçikîne

Rekortmena noqav a dinyayê werzişvana neteweyî Şahîka Ercumenê diyar kir ku baregeha zanistê ya ku Tirkiyeyê li Antartîkayê ava kir pir girîng e û got ku ew ê di çarçoveya projeyê da li "Parzemîna Spî" noqî nav avê bibe û dixwaze bi serbilindî alaya Tirk li wê derê biçikîne.

"Projeya li Antartîkayê Avakirina Baregeha Zanistê" ku di bin hîmayeya Serokomariyê, berpirsiyariya Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û kordînatoriya teknîkê ya Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Lêkolînkirina Cemserê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê da tê lidarxistin û Şahîka Ercumen wê ji bo projeyê here "parzemîna spî".

Werzişvana neteweyî wê di çarçoveya Seferên Zanistê ya Antartîk a 3yemîn a Neteweyî da dawiya meha rêbendanê da li Antartîkayê noqî binê avê bibe.

Şahîka wê bi keştiya lêkolînê va di nav 30î rojî da ji cemserê derbas bibe.

Şahîkayê diyar kir ku ew amadehiyên xwe didomîne û wê di nav hefteyekê da here Antartîkayê.

Şahîkaya 34 salî destnîşan kir, li "Parzemîna Spî" noqavbûna wê ya vê carê ji bo Tirkiyeyê pir bi qîmet e û wiha dewam kir, "Ji ber ku ez di vê projeyê da me, serbilind im. Em heta niha weke welatê çavdêr bûn. Piştî vê seferê mafê me yê avakirina baregehê wê çêbe û em ê bibin yek ji welatên şêwirmend. Em dixwazin alaya Tirk biçikînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE