Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê de werzişvana millî Yasemîn Adar madalyona zêrîn qezenc kir.
Di şampiyonaya ku li Bukurêşta paytexta Romanyayê bi rê ve çû de, di fînala 76 kîlo jinan de werzişvana millî Yasemîn Adarê Martina Kuenta Awisturyayî 6-1 têk bir û madalyona zêrîn qezenc kir.
Yasemîn Adar heta niha di Şampiyonaya Ewropayê de li ser hev 4 caran madalyona zêrîn qezenc kiriye.