Şampiyonaya Droneê ya Turkiyeyê dê 25-26ê îlonê li Gaziantepê were kirin.
Li gorî daxuyaniya Federasyona Werzişên Asîmanî ya Tirkiyeyê, şampiyona dê li Rûmkaleyê were lidarxistin.
Pîlotên ku lîsansa wan a wesayîtên asîmanî yên bêmirov heye, dikarin beşdarî şampiyonayê bibin. Serîlêdanên şampiyonayê ji ser malpera "www.turkiyedronesampiyonasi.com" tên wergirtin.