Şampiyoniya Aqil û Zekayê

Wezareta Spor û Ciwaniyê li Cerablûsê şampiyoniya aqil û zekayê li dar xist.

Şampiyoniya Aqil û Zekayê

Di çarçoveya xebat û xizmetên Türkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê de, Wezareta Spor û Ciwaniyê ligel saziya ÖNDER'ê, li bajarê Cerablûsê Şampiyoniya Aqil û Zekayê li dar xist. Zarok bi kelecanî tev li şampiyoniyê bûn.

Li bajarê Cerablûsa herêma Mertala Firadê şampiyoniya aqil û zekayê hat lidarxistin.

Şampiyonî bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê, bi tevkariya saziya ÖNDER'ê hat kirin.

Ji bajarên Ezaz, El Bab, Efrînê zarok tev li şampiyoniyê bûn.

Di çarçoveya şampiyoniyê de cur bu cir lîstik hatin lîstin.

Zarokên perwerdekirî li Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Cerablûsê bi çalakiyan hunerên xwe nîşanî kesên hazir dan.

Zarok bi kelecan tev li pêşbaziyan bûn.

Hêvî dikin ku bi ser bikevin û xelat bistînin.

Midûriyeta Spor û Ciwaniyê wê xelatên zarokên serkeftî bide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE