Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê ya Jinan

Li gor daxuyaniya ku ji Fedarasyona Boksê ya Tirkiyeyê hat dayîn, Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê li Ulan Udeya bajarê Rûsyayê dewam dike. 

Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê ya Jinan

 Busenaz Surmeneliya werzişkara neteweyî ya ku 69 kîloyê da Tirkiyeyê temsîl dike di Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê ya Jinan da derket fînala çaryek. 

Li gor daxuyaniya ku ji Fedarasyona Boksê ya Tirkiyeyê hat dayîn, Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê li Ulan Udeya bajarê Rûsyayê dewam dike. 

Di roja 7emîn a şampiyoniyayê da Busenaz Surmeneliya werzişkara neteweyî di kategoriya 69 kîloyê da derket rîngê. 

Surmeneliyê, Assunta Canforaya Îtalyayî têk bir û derket fînala çaryekê. 

Pêşbirkên fînalên çaryekê wê sibê werin leyîstin. AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE