Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê li Wanê dewam dike

Li Çataxa navçeya Wanê pêşbirkên asta duyem a Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê dewam dikin

Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê li Wanê dewam dike

 Li Wanê pêşbirkên asta duyem a Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê dewam dikin.

Pêşbirkên asta duyem a şampiyoniyê li navçeya Çataxê dewam dikin.

Di roja sêyem a şampiyoniyê da 62 ekîb ji bo ku derkevin fînalê hewl dan.

Jin û mêrên temenên wan ji 19an biçûktir in, jin û mêrên temenên wan ji 23yan biçûktir in û jin û mêrên temenên wan diguhere guh nedan baranê li parkura 400 mêtroyî da raftîng kirin.

Di tîma mêrên temenên wan diguhere da Rîze, di tîma mêrên temenên wan ji 19an biçûktir in da Duzce, di tîma mêrên temenên wan diguhere da Stenbol, di tîma jinên temenên wan ji 19an biçûktir in da Tuncelî, di tîma jin û mêrên temenên wan diguhere da jî Mugla bû yekemîn.

Qaymeqamê Çataxê Ekrem Çeçen, Serokê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê Fîkret Yardimci, Cigirseroka Şaredarê Çataxê Yasemîn Cebe, Midûrê Navçeyê yê Werizş û Ciwaniyê Erkan Manto, rayedarên din û welatiyan pêşbirk temaşe kirin.

Şampiyonî piştî pêşbirkên fînalê wê dawî bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2019, 13:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE