Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ciwanên jîr dike werzişvanên xwedî lîsans.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzişê di çarçoveya xebatên tesbîtkirina ciwanên xwedî şiyan da ciwanên serkeftî yên li dibistanên werzişê bêpere dike xwedî lîsans.
Zarokên ku li dibistanên werzişê hatin kifşkirin di tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ên U12, U14 û U16ê da miemeleyên wan ên lîsansê hatin kirin û bo Kuluba Buyukşehir Belediyesporê hatin qeydkirin.