Sembola têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê: Mihemed Elî

Sembola têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê: Mihemed Elî

Boksor û aktivîstê bi nav û deng Mihemed Eliyê ku di alema sporê da wekî "mezinê her demê" tê bibîranîn, emrê xwe di têkoşîna dijî nijadperestî û cudakariyê da derbas kiriye, di salvegera 6emîn a wefata wî da tê bibîranîn.

Mihemed Eliyê navê wî yê beriya ku Îslamê nas bike Cassîus Marcellus Clay Jr. bû di 17ê Çileya Paşîn a 1942yan da li Louîsvîlleya bajarê Kentuckya eylaeta Amerîkayê hat dinyayê.

Elî di sala 1954an da wekî amator di 100 pêşbirkan da leyîst û jê 95 pêşbirk qezenc kir.

Di 1964an da hê 22 salî bû Sonny Lîston têk bir û Şampiyoniya Boksa Giran a Dinyayê qezenc kir.

Ji ber ku di 1966an da neçû Şerê Vîetnamê, der heqê Mihemed Elî da doz hat vekirin, 3 sal û nîvan ji boksê dûr ket.

Mihemed Eliyê nexweşiya parkînsonê pê ra hebû û ji bo vê tedawî dibû herî dawîn ji ber nexweşiya bêhnçikînê li nexweşxaneyeke li Phoenîxa bajarê Arîzonayê tedawî dibû.

Elî di 3yê Hezîrana 2016an da wefat kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE