Serdana Binali Yildirim a ji bo Fenerbahçeyê

Serokê Fenerbahçeyê Ali Koç, Binali Yildirim dawetê derbiyê kir

Serdana Binali Yildirim a ji bo Fenerbahçeyê

Namzedê serokê şarederiya bajarê mezin a Stenbolê ya Îtifaqa Cumhurê, Bînalî Yildirim, xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

Yildirimê ku li Kadikoyê xebatên xwe didomîne, tîma Fenerbahçeyê ziyaret kir.

Serokê Fenerbahçeyê Alî Koç, Alîkarê Serok Semîh Ozsoy, Namzedên Lijneya Rêveberiyê Erol Bîlecîk û Sertaç Komsuoğlu li Stada Şükrü Saraçoğluyê pêşwaziya Bînalî Yildirim kirin.

Alî Koç, Bînalî Yildirim dawetê derbiya Fenerbahçe - Galatasaray a ku di 14ê nîsanê de wê bê lîstin, kir.

Yildirim got; Fenerbahçe, Beşîktaş û Galatasaray ji bo welatê me bûne nîşanên girîng.

“Dîroka avabûna Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîkataşê, beriya avabûna Komara Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî van tîman nîşanên me ne. Armanca me zêde kirina nîşanên Stenbolê ye. Stenbolê ne tenê bajareke ye, Stenbol wek lokomotif e ku wê Tirkiyê pêş ve bibe.

Serokê tîma Fenerbahçeyê Alî Koç, piştî serdanê formaya Fenerbahçeyê diyariyê Bînalî Yildirim kir.

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE